Serokwezîrê Îraqê Dixwaze Kabîneya Xwe Temam Bike Berî Serdana Washington Bike

Balyoz Tom Barrack û Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî

Di pêşbirkêyek lezgîn a ligel demê de û bi tenê di dema 20 rojan de, Serokwezîrê Îraqê hewla temamkirina kabineya hikûmetê û guhertina hinek postên ewlehî û aborî yên hestiyar dide, berî ku serdana Washingtonê bike ji bo hevdîtinan li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump û berpirsên din yên Amerîkî.

Berdevkê hikûmetê Heyder El-Ebûdî di civîna çapemeniyê ya heftane de duh Yekşemê got ku "temamkirina kabîneyê dê di nîva yekem a Tîrmeha bê de - ango berî serdana Washingtonê - pêk were."

Di 14'ê meha 5 de Parlamentoya "Îraqê bawerî da El-Zeydî û 14 wezîran, heya amadekirina vê raportê neh wezaret - bi taybetî wezaretên navxwe û Berevanîyê - vala mane û li benda lihevkirina di navbera aliyên siyasî de ne.

Endamê Parlamentoya Îraqê Şêrwan Doberdanî, gote Dengê Amerîka ku, "nêzîkî 20 roj li pêşiya Serokwezîr Elî El-Zeydî mane da ku kabineya xwe ya wezaretî temam bike, berî ku berê xwe bide Waşingtonê ji bo hevdîtina li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump."

Doberdanî da zanîn ku parlamentoya Îraqê dê dest bi karên xwe bike piştî pişoya wê bidawê dibe li 29ê vê mehê (Hezîran)'ê, û gotو "Em dizanin ku li Dadgeha Federal, ji ber mekanîzmeya dengdanê doz li ser serokê parlamentoyê heye, lê ev nabe astengî ku serokwezîr kabineya hikûmetê temam neke."

Şêrwan Duberdanî

Ji roja Pêncşema borî ve, Serokwezîr Elî El-Zeydî rêze guhertinên ji nişka ve di postên girîng ên ewlehî û darayî de pêk anîne û ragehand ku di nav wan de, ji kar dûrxistin û guhertina sê berpirsên payebilind heye: Basim El-Bedrî li ciyê Ebdulkerîm El-Besrî, Serokê Ajansa Ewlekariya Neteweyî ; Qasim Hesen El-Ebûdî li şûna Qasim El-E'rajî, Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî; û Nezar Nasir li şûna Elî El-E'llaq, Serokê Banka Navendî ya Îraqê.

Ev tevgera lezgîn a hikûmeta El-Zaydî danûstandinên germ di navbera sîyasetmedaran û şirovekarên ewlehî û siyasî de çêkirin.

Doberdanî hişyarî da ku di demên bê de, hîn stengiyên mezin li pêşiya serokwezîr hene û hîn hinek komên çekdar hene ku red dikin çekên xwe deynin.

Doberdanî li ser pêgeha siyasî ya serokwezîr zêde kir û got, «Ew îro di nav Hevpeymanîya Çarçoveya Hemahengîya Şî'ayan (Îtar El-Tensîqî) de ye û di bin siyaset û nêzîkatiya serkirdeyên wan de ye, û em li benda rojên li pêşiya me ne ku dê bûyerên nû û (Surprîz) bi xwe re bînin».

Karbidestekî ewlehiyê yê Îraqî ji Ajansa AFP re got ku hikûmeta El-Zeydî dixebite ku "berî serdana Washingtonê nexşerêyek taybetî bicîh bîne", ku tê de pêşketin di avakirina kabîneyê û destnîşankirina berpirsên nû ji bo postên bilind hene.

Şirovekarê stratejîk Muxeled Hazim gavên Serokwezîr Elî El-Zeyd bi erênî bi nav dike, bi taybetî veguhestina serkirdeyên ewlehî di vê qeyrana hestiyar de.

Hazim destnîşan kir ku nêrîneke nû ya navxweyî û herêmî derbarê Elî Zeydî heye, û lîstikvanên siyasî yên Îraqî ne xwediyê bijardeyên zêde ne ji bo astengkirina vê pêvajoyê.

Hazim got jî, wek din, wekî karsazek, El-Zeydî hewl dide aboriyeke zelal û dûrî gendelî û weberhênanên xeyalî ava bike, ku ev yek jî bi rêya guhertina parêzgarê Banka Navendî û kontrolkirina çekên berela dest pê kiriye.

Muxaled Hazim, Iraqi Analyst


Lê şirovekar Ednan El-Kînanî ji Dengê Amerîka re got ku guhertina postan dibe ku wekî pêngaveke neyînî li ser serokwezîr were hejmartin, ji ber ku raborî wî ya serbazî an ewlehî nîne.
Kenanî destnîşan kir ku ev guhertin gumanê çêdikin ku "îradeyên li derve zextê lê dikin, an şêwirmendiyên ku xizmeta berjewendiyên xwe dikin pêşkêşî wî dikin."

Kenanî got, "Em nabêjin ku darê Mûsa di destê serokwezîr de ye, lê em hêvî dikin ku tîmeke şêwirmendiyê ya dirust hebe da ku tiştên rast bidin wî, bi taybetî di rûbirûbûna her du astengiyên mezin; gendelî û belavbûna madeyên hişbir de li Îraqê."

Adnan Al-Kinani, Iraqi Analyst

Hêjayî gotinêye ku Serdana El-Zaydî bo Washingtonê wê bibe serdana yekem bo derveyî welêt ji dema ku dest bi kar kiriye, û qonaxek girîng di têkiliyên Îraq ûAmerîkî de nîşan bide, bi taybet ji ber zexta Amerîkayê ya ji bo xurtkirina kontrola çekan di destê dewletê de û dûrxistina komên çekdar ji saziyên dewletê.