Wezareta Berevanîyê ya Îraqê îro Sêşemê tekez kir ku şiyana parastinê ya welatê temam e û Îraqa îro bi temamî ji Îraqa sala 2014 cuda ye.
Lîwa Tehsîn el-Xefacî, Rêveberê Ragحhandinê yê Wezareta Berevanîya Îraqê û Cîgirê Serokê Şaneya Medya ya Ewlehiyê, ji Dengê Amerîkayê re got ku 30'ê Îlonê dê rojeke taybet be ji bo Îraq û gelê Îraqê, ji ber ku wê rojê mîsyona Hevpaymanîya Navneteweyî bi dawî bibe û têkiliyên dualî di navbera Îraq û welatên Hevpeymanê de dest pê bikin.
Xefacî diyar kir ku Îraqê di warên çek, alav û avakirina kapasîteyê de pêşketinên girîng bidest xistine. got ku Îraq îro bi şiyanên gelekî mezin sînorên xwe diparêze.
Wî herwiha got ku hêzên ewlekariyê yên Îraqê berdewam in di rahênankirinê, çekdarîkirin û amadekariyê de ne li hemû deverên operasyonên xwe encam bidin.
Li gor Xefacî, hemû cureyên hêzên ewlehiyê û artêşê bi piştgiriya îstixbarata xurt bi berfirehî li ser erdê hatine belavkirin.
Wezareta Navxweyî jî, ji Fermandariya Hêzên Parastina Sînor heta beşên din ên wê, bi awayekî pêşketî dixebite.
Lîwa Xefacî bal kişande ser xebata hêzên Dijî Terorê, Îstixbarat û Ewlekariya Neteweyî û got ku van sazîyan ezmûn û şîyanên pêwîst ji bo mijûlbûna bi bûyerên ewlekariyê heye.
Li gor Ajansa Reuters'ê, Wezareta Berevanîya Îtalyayê roja Sêşemê vekişîna leşkerên xwe yên dawî ji Îraqê ragihand, bi vî awayî hebûna leşkerî ya 12 salan li welêt bi dawî bû.
Di daxuyaniyekê de li ser platforma X'ê, diyar kir ku hêzên Îtalyayê û NATO'yê bi rayedarên herêmî re li hev kirine ku heta 30'ê Îlonê ji herêmê derkevin.
Wezîrê Parastinê yê Îtalî Guido Croceto got ku vekişîn, wer\erxaneke ku Îraq berpirsiyariya xwe ya ji bo ewlehiyê bigire ser xwe.
Wezaretê zêde kir ku du efserên Îtalyayê dê wekî beşek ji Mîsyona Şêwirmendiya Yekîtiya Ewropayê, ku bi razîbûna hikûmeta Îraqê dixebite, li Îraqê bimînin.