Fûad Husên ji Washingtonê: Parastina Herêma Kurdistanê Berpirsyarîya Hikûmeta Îraqê ye

Fuad Husên

Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên ji Washington ragihand ku parastina Herêma Kurdistanê berpirsyarîya rasterast a hikûmeta federal a Îraqê ye.

Di rûniştinekê de li Balyozxaneya Îraqî li Washingtonê ligel komeke rojnamevanan, Husên diyar kir ku plana hikûmeta Îraqê ji bo komkirina çekan di bin kontrola dewletê de û bêçekkirina grûpên çekdar dê heta Hezîrana sala 2027’an berdewam bike.

Wî zelal kir ku hûrgiliyên planê ronî ne û dê di nav qonaxan de werin ragihandin.

Wezîrê derve yê Îraqê Fuad Husên li Balyozxaneya Îraqê li Washington DC, VOA 1ê Cotmehê 2026

Karbidestê Kurd diyar kir ku koma Ewfîya el Allah piştgirîya xwe ji bo plana hikûmetê ragihandiye û pêkanîna wê jixwe destpê kiriye. Wî tekez kir ku piranîya rêber û partîyên siyasî yên Îraqî piştgiriyê didin vê pêngavê.

Ewlehiya deverên nakokî û hevkariya ligel Pêşmerge

Di bersiva pirseke Dengê Amerîka de derbarê rewşa deverên di navbera Hewlêr û Bexdayê de nemaze li Kerkûk, Diyala, Selahedîn û Nînewayê, Husên piştrast kir ku bi hefteyan e danûstandinên berfireh di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Îraqî de berdewam dikin da ku kontrola van deveran misoger bikin û pêşî li vegera Daîşê bigirin.

Wezîrê Derve yê Îraqê bal kişand ser hevdîtinên leşkerî û got: "Di sê hefteyên borî de di navbera her du alîyan de civînên dijwar hebûn, û ev dê di hefteyên pêş de jî berdewam bikin da ku li ser mijarên hevpar gotûbêj bikin; nemaze piştî ku berî du hefteyan li wan deveran êrîşek Daîş’ê pêk hat."

Fuad Husên, Round Table, Washington DC

Derbarê ewlekarîya Herêma Kurdistan, Husên got: "Berpirsyarîya hikûmeta Îraqê ye ku Kurdistanê biparêze, û herweha berpirsyarîya hêzên Pêşmerge ye. Her êrîşeke ku her herêmeke Îraqê bike armanc, berpirsyarîya hikûmetê ye hemû deveran biparêze."

Di rojeva serdana xwe de, Wezîr Husên îro Pênçîemê bi berpirsên Xezîneyê yê Amerîkayê re dicive, ji bo gotûbêjkirina doseya cezayên li ser Îranê, ê misogerkirina berdewamkirina îstîsnayên enerjiyê yên Îraqê, û her weha mijara sînorkirinên dawî yên li ser geştên asmanî.

Wezîrê Derve yê Îraqê piştî beşdarbûna civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî yên li New Yorkê, li Washingtonê hevdîtinên xwe bi rayedar û navendên lêkolînê re yên ser soberoja têkilîyên Amerîka û Îraqê berdewam bike.