Serokê Amerîkayê Donald Trump bidawîbûna erkê koalisyona navneteweyî û vekişîna hêzên Amerîkayê ji Îraqê wekî "serkeftineke dîrokî" ji bo Amerîka û Îraqê binav kir û piştevanîya xwe ya tevahî ji bo Serokwezîr Elî Zeydî ragihand.
Trump di peyamekê li ser "Truth Social" de got ku "bi hêvî me Zedî bikaribe karên pir baş pêk bîne." Li alîyê din, Zeydî destpêkirina "qonaxa nû ya serwerîya Îraqê" ragihand.
Biryar ew bû ku 30’ê Îlona 2026’an bibûya bersiveke zelal ji bo derketina hêzên Hevpeymanîyê û bêçekkirina grûpên çekdar, da ku Îraq di 1’ê Cotmehê de derbasî qonaxa nû ya serwerîyê biba.
Lê grûpên çekdar ên Îraqî ku ser bi Îranê ve ne gefên tund li hikûmeta Zeydî û Amerîkayê kirin.
Ketayib Hizbullah gumanê di vekişîna hêzên Amerîkî de dike û îdîa dike ku hêzên Amerîkî hîn jî li esmanê Îraqê difirin. Berpirsê ewlehiyê yê grûpê, Ebû Mucahid el-Assaf hişyarî da ku eger Serokwezîr Zeydî hevkarîya Amerîkayê berdewam bike, ewê hewla rûxandina hikûmeta wî bidin û li firokeyan bidin.
Ji alîyê din ve, rêberê olî yê Şî’a Muqteda Sedir hilweşandina grûpa "Lîwa El-Yewm El-Mew'ûd" ragihand, daxwaza qerebûkirinê ji Amerîkayê kir û hişyarî da welatên cîran ku destwerdanê di karûbarên Îraqê de nekin.
Di heman demê de, "Berxwedana Îslamî" ragihand ku çekên wan dê di destê wan de bimînin û grûpa "Eshab el-Kehf" jî gefa lêdana her firokeyeke Amerîkî xwar.
Hikumeta Zeydî, 30'ê Hezîrana 2027'an wekî dema dawî ya nû destnîşan kir ji bo komên çekdar çekên xwe radestî dewletê bikin. Ev daxuyanî rojekê piştî bidawîbûna erkê Koalisyona bi pêşengîya Washingtonê li Îraqê hate dayîn.
Joey Hood, dîplomatê Amerîkî yê berê ku demekê karbirêkarê Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê bû, ji Dengê Amerîka re got ku helwesta hin grûpên çekdar ne surprîz e.
Li gor nirxandina Hood, ev komên çekdar ku ji alîyê Îranê ve hatine damezrandin, çekdarkirin, perwerdekirin û fînansekirin, dê red bikin ku biryarên hikûmeta Îraqê bicîh bînin. "Ew guh nadin Bexdayê, ew guh didin Tehranê."
Derbarê daxuyanîyên van koman ku çekên wan dê heta dawîbûna şerê Îsraîl û Filistînê di destê wan de bimînin, Hood got ku Washingtonê vê behaneyê qebûl nake.
Hood: Pêşmerge û hêzên Îraqî dikarin li dijî komên çekdar rawestin
Dîplomatê berê yê Amerîkî got ku hêzên ewlekarîya Îraqê û Pêşmerge karîbûn Daişê têk bibin, ew dikarin bi komên çekdar ên biçûk re jî serederîyê bikin, bi taybetî heke piştgirîya gelê Îraqê hebe.
Hood diyar kir ku pirsa sereke ew e ka dê serokên partîyên siyasî li Bexdayê kontrola welatê xwe bi dest ve bigirin, an dê bihêlin ku welat ji alîyê cîranekî mezin û bihêz ve bibe dîl?
“Bi eşkereyî, hin ji van komên çekdar wê teslîm nebin, heta bi paldana siyasî an jî gefa bikaranîna hêza leşkerî re. Ji ber vê yekê, Serokwezîrê Îraqê divê her tiştê ku dikare bike, bi alîkarîya heman komên alîkarîya hikumetê kirin li dijî Daiş'ê, da ku van koman veqetîne û lawaz bike. Paşê, eger pêwîst be, ew dikare hêzên ewlekarîya xwe yên herî bihêz bişîne da ku van kes û koman bigrin û radestî dadgehê bikin."
Hood girîngîya hevkarîya di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, bi taybetî di navbera Artêşa Îraqê û Pêşmerge de, destnîşan kir. Wî tekez kir ku siberoja Îraqê bi kalîteya hevkarîya di navbera Bexda û Hewlêrê de girêdayî ye.
Li gor Hood, heke Îraq yekgirtî be, dê bihêz be. Lê heke di navbera alîyan de dabeşbûn hebe, Tehran dikare ji van nakokîyan sûdê bigire.
Hood herwiha bal kişand ser deverên nakokî li derdora Herêma Kurdistanê û got ku Bexda û Hewlêr divê li ser ewlehî û hevkarîya li van deveran zêdetir bixebitin û divê hêz û enerjîya xwe li van deveran kom bikin da ku nehêlin Îranê tu derîyekî ketinê an jî bingeheke desthelatdarîyê li Îraqê peyda bike.