Peyvdarê Hikûmeta Îraqê: Peywendiyên Îraq û Amerîka Dikevine Qonaxeke Stratejîk

Iraqi government spokesman Haider al-Aboudi

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Dr. Heyder El-Ebûdî got ku serdana Washingtonê ya Serokwezîr Elî Falih El-Zeydî qonaxeke nû di peywendiyên navbera Îraq û Amerîkayê de vedike.

Wî diyar kir ku peywendiya herdu welatan êdî ne tenê li ser mijarên ewlehiyê ye, lê ber bi hevkariya stratejîk di warên aborî, weberhênan û enerjiyê de jî diçe.

El-Ebûdî, ku endamê şandeya bilind a hikûmeta Îraqê ye ku di vê serdana fermî ya Washingtonê de cih digire, wî di cihê mayîna Serokwezîr de di hevpeyvînek taybet de ji bo Dengê Amerîkayê axivî.

Wî got ku hikûmeta Îraqê dixwaze derfetên nû ji bo kompaniyên Amerîkî di bazara Iraqê de biafirîne û bi çaksaziyên aborî û darayî baweriya weberhênerên Amerîkî û navdewletî zêde bike.

Berdevkê hikûmetê bal kişand ser mijara serweriya dewletê û got ku hikûmeta Îraqê pabend e ku çek tenê di destê dewletê de be û biryarên ewlehiyê di çarçoveya saziyên fermî yên dewletê de werin dayîn.

Wî got jî, ku çareserkirina mijara çekên li derveyî kontrola dewletê yek ji dosyayên girîng ên li pêşiya Îraqê ye.

El-Ebûdî herwiha behsa roja 30ê Îlonê kir û got ku ev dîrok dikare bibe qonaxeke girîng di peywendiya ewlehiyê ya Îraq û Hevpeymaniya Navdewletî de, dema ku şert û mercên nû yên hevkariyê dest pê bikin.

Di aliyê ewlehiyê de, wî got ku hêzên ewlehiyê û hêzên çekdar ên Îraqê xwedî şiyanên pêwîst in ku parastina welêt bikin, lê hevkariya ewlehiyê bi Amerîkayê di çarçoveya piştgirî û pêşxistina kapasîteyan de berdewam dike.