Di nav qeyraneke darayî ya giran de, gavên Serokwezîrê Wezîrê Îraqê Elî El-Zeydî ya li dijî gendeliyê berfireh dibe û berpirsên payebilind ên sektorên; neft, bender û hêlên esmanî kire armanc û her ku bazneya lêpirsîn û ji kar dûrxistinê fireh dibe, pirs li ser wê yekê zêde dibin ku hikûmeta El-Zeydî heta çi radeyê dikare berdewam bibe li ser dadgehkirina berpirsên gendel yên ku ji hêla hin partîyên sîyasî ve têne parastin.
Di daxuyaniyekê de ku îro, Sêşemê, hat weşandin, Encûmena Dadwerî ya Bilind pêşketinên derbarê doza Cîgirê Wezîrê Petrolê yê ji bo Karûbarên parzûngehan, Ednan El-Cumeylî yê girtî de ragihand, ku li xwe mukirhatina El-Cumeyîlî bûye sedema girtina Parêzerê berê yê Selaheddîn û Rêveberê Tenduristiyê yê niha yê parêzgehê Rayîd El-Cibûrî .
Herwiha destnîşan kir ku tevahiya pereyên desteserkirî - ku hin ji wan di hinde malan de veşartî bûn û hinên din jî çar metre di bin erdê de veşartî bûn - ji 98 milyar dînar û 11 milyon dolarî derbas bûye.
Taha El-Dîfa'î: Mukirhatinên El-Cumeylî rê li Ber Girtina Berpirsên Nû Vekir
Serokê Komîteya Destpakiyê a Parlamentoyê, parlamenter Taha El-Dîfa'î guhertinên lezgîn ên di vê dozê de eşkere kirin û gote Dengê Amerîka, “Doza El-Cumeylî dengekî mezin veda ye, û niha li ber destê dadgehê û lêkolînerên Desteya Destpakiyê ya Îraqê ye”.
Taha Al-Defa'i, Head of the Parliamentary Integrity Committee
El-Dîfa'î agahiyeke girîng û nû dan û gote: "Di dema lêkolînan de, tawanbar li ser wan dravên ku dizîne li xwe miqir hatiye (îtiraf kiriye) û navên hinek kesên din jî anî ku tê de beşdar in.
El-Dîfaî zêde kir ku hejmarek kesên nêzîkî Alîkarê Wezîr hatine girtin, û di rojên pêş de hemû aliyên vê tawanê dê eşkere bibin."
A'liya Nuseyif: “El-Zeydî dest bi girtina 'Nehingên Mezin ên Gendeliyê Kiriye"
Ji Alîyê xwe ve Parlamenter A'liya Nuseyif gote Dengê Amerîka ku Serok Wezîr Elî El-Zeydî xezîneyeke hema bêje vala wergirtbû û jiber rawestandina hinardekirina neftê valahiyeke mezin di budceya dewletê de peydabû.
Li gorî Nuseyif, ev qeyrana ku gefê li ser tevahiya Îraqê dixwe, bû sedem ku El-Zeydî zincîreyek ji çaksaziyên bilez û bi hêz, bi taybetî di Banka Navendî û Wezareta Darayî de, û şerê li dijî gendelan bide destpêkirin.
Aliya Nuseif, Iraqi MP
Nusyif derbarê şiyana Serokwezîrê nû de gote: “El-Zeydî karsaz, bazirgan û weberhêner e; ew pir baş dizane ka gendelkar kî ne û çawa wan eşkere bike. Ji ber vê yekê wî karî Alîkarê Wezîrê Neftê Ednan El-Cumêlî û kesên mîna wî bigre”.
Nusyif li ser girtina berpirsên bilind zêde kir û got “Hikûmeta El-Zeydî karî derbên giran li Nehingên herî mezin ê gendeliyê bixe, ji wana Rêveberê Giştî yê Kompaniya Giştî ya Benderên Îraqê Ferhan El-Fartûsî ye. Her wiha, Rêveberê hêlên esmanî Menaf Ebdulmun'im”.
Pisporê rûbirûbûna gendeliyê, Dr. Xalib El-Dea'mî ragihand ku ew dravên ku heta niha di doza Ednan El-Cumeylî û koma wî de hatine desteserkirin, nîşaneke metirsîdar e li ser asta ziyanê û talankirina dravê giştî.
El-Dea'mî: Divê Tora Gendeliyê ji ،Koka wê were hilkişandin
El-Dea'mî eşkere kir ku li gorî nirxandinên wî, birê dravê hatî girtin dighîje budceya karî û weberhênanê ya Desteya Destpakiyê bo sal û nîvekê. Her wiha ev dravê hatî dizîn ji budceya geşepêdana herêman a parêzgeha Semawayê zêdetir e.
Pisporê rûbirûbûna gendeliyê Dr. Xalib El-Dea'mî got, gavên hikûmeta Elî El-Zeydî bi "baş û bêdeng" bi nav kir, lê belê tekez kir ku "hîn pir zû ye mirov binirxîne ka wê serbikeva an na.”
Ghalib Aldaamy, Iraqi academic, who specializes in anti-corruption
El-Dea'mî diyar kir ku cudahiya vê hikûmetê ji yên berê dê di encaman de diyar bibe, û got: "Ji bo ku ev gav bi ser bikevin, divê derbên giran li dijî navendên mezin ên gendeliyê berdewam bin û tora gendelkariyê ji binekokê were hilkişandin."
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî li vê dawîyê biryara damezrandina "Encûmena Bilind a Destpakiyê" pejirand, ji bo çareserkirina gendeliyê.