Artêşa Israîlê Kuştina Fermandarekî Din ê Îranê Radigihîne

Hêzên asmanî yên Îsraîlê bêrawestan operasyonên xwe yên li dijî sîstemên mûşekên balîstîk ên rejîma Îranê didomînin.

Artîşa Îsraîlê îro Pêncşemê ragihand ku balafirên Îsraîlê di êrîşekê de Mekrem Ezimî fermandarê sîstema mûşekên balîstîk li Kermanşahê li Rojavayê Îranê hate kuştin.

Di êrîşeke din de, artêşa Îsraîlê çend fermandarên din ên yekîneya mûşekên balîstîk kuştin, ku berpirsyar bûn ji avêtina mûşekan ber bi Îsraîlê ve. Îsraîlê wexteke zûtir îro Pêncşemê got ku hêzên wê Cemşîd Îshaqî fermandarê bargeha petrolê yê rejîma Îranê kuştiye

Artêşa Îsraîlê herwiha got ku wê zêdetir ji 50 bingehên mûşekan li Îranê kirine armanc.