Wezîrê derve yê Urdunê Eyman Sefedî îro Şemîyê guman anî ziman ku Îsraîl bi bombebarana giran û dagîrkirina li Gaza bigihêje armanca xwe ya tunekirina Hamasê, ku bi dîrokî di bin serwerîya tevgera îslamî ya Filistinîyan de ye.
Eyman Sefedî li konferansa salane ya ser siyaseta derve û ewlehîyê salane ya IISS Dîyaloga Manama ya li Bahreynê axifî ku ji çar alîyê cîhanê rêber û karbidestên payebilind yên dewletan beşdar dibin.
Îsraîl sond xwarîye ku wê koma çekdar Hamasê tune bike, piştî êrîşa koma çekdar ya di 7’ê Cotmehê de li başûrê Îsraîlê, ku 1200 kes hatin kuştin û komê nêzî 240 kes jî revand ku wan li Gaza wek dîl radigire.
Artêşa Îsraîlê ji wê demê ve li Gaza dest bi opreasyonên esmanî û bejayî yên tund kiriye, ku piranîya bajarên Kerta Gaza jiber bombebaranan wêran bûnê, nêzîkî du ji sê parên 2.3 mîlyon Filistînîyên li heremê jiber êrîşan aware bûne û li gor karbidestên saxlemîyê êdetirî 12 hezar Filistînî hatine kuştin.
Safadî hişyarî da ku Urdun "jibo rawestandina" jicîhkirina bi vî rengî wê "çi hewce be, bike".
"Emê ti carî rê nedin ku ev yek pêk were, ji bilî ku ew tawanê şer e, wê ser ewlehîya me ya neteweyî jî rasterast xeterîyek çê bike. Jibo rawestandina wê çi ji destê me were emê bikin," wî got.
Urdun ku bi Kenara Rojava re hevsînor e, mazûvanîya piranîya Filistînîyan dike, yên dema ku Îsraîl di 1948’an de hat damezrandin, revîyan yan jî ji malên xwe hatin derxistin.
Şerê Gaza, li Urdunê metirsîya serîrakirinekî zêde kiriye û karbidestên Urdunî egera ku Îsraîl dikare Filistîniyan bi girseyî ji Kenara Rojava derbixe, wek xeterîyekê girîng dibînin.
Erebistana Saudî ya hêza herêmî di konferansê de bo sekna şerê Îsraîl û Hamasê banga agirbesteke demûdest kir.
Wezîrê Derve yê Erebistana Saudî Prens Faysal bin Ferhan got ku: "Em her roj dibînin ku sivîl dimirin. Û divê em îro dawî li vê yekê bînin, ne sibe."
Îsraîl bê azadkirina 240 dîlên di destê Hamasê de, qebûlkirina agirbestekê red dike. Hamas jî soza şerekî dirêj û domdar ya dijî Îsraîlê dide.
Brett McGurk, şêwirmendê serekî yê Serokê Amerîka Joe Biden yê bo Rojhilata Navîn, di konferansa Manamayê de got ku azadkirina dîlên di destê Hamasê de ne, wê gihandina alîkariyên mirovahî zêde bike û wê rê li ber rawestandinek girîng ya di şerê li Gaza veke.
Piştî Şer Divê Kî Gazayê Rêve Bibe?
Êrîşa Îsraîlê ya ser Gazayê di nav hêzên cîhanî,herêmî û Neteweyên Yekbûyî de pirsek derxistiye hole, ku wê kî axa piçûk û pir qelebalix kontrol bike yan serwer be , di bûyera têkçûna Hamasê de ku ew 16 sal desthilatdar e.
Berpirsê siyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell li konferansa salane ya ser siyaseta derve û ewlehîyê li Bahreynê bersîva wê pirsê da.
Josep Borrell dîyar kir ku piştî ku şerê Îsraîl û Hamasê bi dawî be, bi tenê Desthilatdarîya Filistînê (PA), dikare Gazayê bi rêve bibe, saziya ku welatên Rojava piştgirîyê dikin û ew Kenara Rojava ya di bin dagirkerîya Îsraîlê de revebirîyeke xweser kontrol dike.
Borrell ji Manama Dialogue, konferansa salane ya li ser siyaseta derve û ewlehiyê, got:
"Hamas nabe ku êdî Gazayê kontrol bike.Lê, wê kî Gazayê rêve bibe? Li gor min tenê yek dikare vê yekê bike - Desthilatdarîya Filistînê," Borrell got.
Serokê Desthilatdariya Filistînî Mahmûd Abbas jî anî ziman ku desthilatdarî dikare di rêvebirina Gazayê de rolekê bilîze, ger çareserîyek siyasî ya tam pêk were. Abbas bi vê gotinê dewletbûna Filistînê ya ser axa ku Îsraîlê ji 1967’an vir ve dagir kiriye bî bîr xist, ku Kenara Rojava jî di nav de ye.
Danûstandinên aştîyê yên Îsraîl û Filistîniyan ji 2014’an ve hatine rawestandin. Desthilatdariya Filistînî di nav Filistînîyan de pir ne populer e, ku bi gelemperî wek hevbendê Îsraîlê tê hesibandin û li Îsraîlê jî niha hikûmetek olî-neteweperest ya tundrew desthilatdar e.
Hamas piştî şerê navxweyî yê kurt bi partîya Abbas Fetih re, di 2007’an de Gaza girt û bi rêxistinên siyasî, civakî û xêrxwazî re jî di nav civaka Gazayê bandora xwe berfireh kir. Hevdîtinên lihevhatinê yên bi salan di navbera Hamas û Fetihê de, ser jinûve destpêkirina desthilatdarîya Filistînî li Gaza bêencam man.
Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) di 2020’an de bi navbeynkarîya Amerîka ser normalkirina tekîlîyên her du welatan, bi Îsraîlê re peymanek îmza kiribû.
Enwer Gargaş, şêwirmendê dîplomasî yê serokê Îmarat li konferansê hişyarî da ku pevçûnek dirêj ya li Gaza dikare radîkalbûnê li seranserî Rojhilata Navîn ya berfireh çê bike.
"Her ku krîz dirêjtir dibe, metirsîya me ew qas zêdetir dibe ku wê ji kontrolê derkeve û divê em pir, pir baldar bin," wî got.
Îmarat û dewletên din yên muhafezekar, welatên Ereb yên Kendavê ku petrolê hildiberînin, Hamas û komên îslamîst yên din jibo aramîya Rojhilata Navîn û derveyî wê mîna xeterîyê dibînin.
Çavkanî: Rueters