Li Diyarbekirê Çalakîyên 8'ê Adarê Destpê Dikin

Tevgera Jina Azad, jibo pîrozbahîyên Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li Dîyarbekirê çalakîyên cuda lidar dixe.

Ji Tevgera Jina Azad 45 kes îro Çarşemê dijî qetilkirina jinan û herwiha dijî tehribkirina xwezayê, ji Derîyê Ruhayê heta Derîyê Mêrdînê bisiklêt ajotin û ji wir jî beşdarî şahîya li Birca Keçikan bûn.

Hêjayî gotinê ye, bizav û çalakîyên ku ê hefteyek dewam bike û di 8’ê Adarê ê bi mitingeke girseyî bi dawî were.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_3_5_14