Burkay: Pêwîste Hikûmet Vegere Ser Sîyaseta Pêvajoya Çareserîyê

Kemal Burkay û Eyyûp Demîr

Li Tirkîyê sîyaseta navxweyî ber bi rakêşîyeke ve diçe. Hêlekê de Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan behsa operasyoneke Rojhilata Firatê dike û hêla din de jî Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Netewperwer (MHP) bi nivîseke xwast ku Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu bê darizandin. Ji bo vî jî komîsyoneke amade kir ku, kiryarên Kiliçdaroglu dixwaze ku bê lêkolînkirin.

Demekê pêvajoyeke çareserîyê li Tirkîyê hebe jî ana dêl vî ve sîyasetek dijraber derdikeve pêş.

Sîyasetmedar û Nivîskar Kemal Burkay dema vê rewşê dinîrxîne dide xuyakirin ku, li Tirkîyê hikumet qisên Serokê MHP Dewlet Bahçelî dike.

Kemal Burkay him bangî hikûmetê û him jî banî Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) dike û radigîhîne ku hikûmet bila metodên nû bide pêşîya xwe û PKK jî şer bisekinîne û yên serê çîya dakevin.

ji bo guhdarîkirina li dirêjiya raportê fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/ Eyyûp Demîr