M. Emîn Kardaş: Li Tirkîyê Tifaqa Kurdan Hewce Ye

Mîthat Sancar û M. Emîn Kardaş

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar berî çend rojan serdana Partîya Demokratê Kurdistan ya Tirkîyê (PDK-T) kiribû û bal kişandibû ser girîngîya Tifaqa Kurdistanî.

Serokê Giştî yê PDK-T Mehmet Emîn Kardaş ji Dengê Amerîka re got ku wan di sardana Sancar de dît ku HDP çawa girîngî dide Tifaqa Kurdistanî.

“Birêz Sancar bi xwe jî got ku ew ligel çepa Tirkîyê îtifaqa Tifaqa Demokrasîyê ava kir ku ku ji 7 partîyan pêk tê û HDP herwiha dixwaze bi partîyên Kurdistanî re jî tifaqeke stratejîk û berfireh demezirîne.”

HDP’ê, cara yekê di sala 2018’an de, berî hilbijartina giştî bi partîyên din yên Kurd re bi navê Tifaqa Kurdistanî hevkarîyek çêkiribû, lê hin partî jiber sedemên îdeolojîk tê de cî negirtibûn.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar di vê hevdîtinê de li ser Tifaqa Kurdistanî sekînî û got ku ew heta niha bi 6 partîyên Kurdistanî re civîne, lê ew dixwazin hemî partîyên Kurdistanî têkin nav vê tifaqê.

Kardaş got ku HDP dixwaze hevkarîya xwe ligel partîyên Kurdistanî fireh bike û têxe xeteke stratejîk.

Ew ser helwesta partîyên Kurdistanî yên ku di vê îtifaqê de cî negirten jî rexne kir û got ku pêdivîya Kurdan ya lez û bez bi îtifaqeke stratejîk heye.

“Dema Kurd parçe dibin, li Tirkîyê nikarin mafên xwe yê xwezayî bi dest bixin. Her partî cuda difikire ev yek jî dewlemendîya demokrasî ye, lê hin partîyên Kurd hîn li gor nêrîna sala 1980’an bi rêve diçin û li ber tifaqa Kurdan bi radîkalî radiwestin. Pêdivîya me Kurdan bi radîkalîzmê tuneye, em hewceyî tifaq û yekîtîyê ne.”

Hêjayî balkişandinê ye ku li Tirkîyê hibijartina asayî wê di Hezîrana 2023’an de were çêkirin, lê di demên dawî de gelek caran qala hilbijartineke pêşdem tê kirin. Partîyên Kurdan jî di vê demê de hewilên xwe zêde dikin ku yekîtîyekê ava bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_08_09_2022_Mehemet_Emîn_Kardaş