Şahê Brîtanyayê Charles û Şahjin Camilla îro Çarşemê serdana New Yorkê dikin ji bo rêzgirtina li qurbanîyên êrîşên 11’ê Îlonê yên terorîst.
Biryar e ku ew li wir beşdarî merasîmeke fermî ji bo rêzgirtina qurbanîyên êrîşan bibin.
Di gotarekê de li Kongresa Amerîkî roja Sêşemê, Şah Charles got ku ew û hevjîna xwe dê “rêzê li qurbanîyan û malbatên wan bigirin.”
“Di vê bîranîna xemgîn de em bi we re ne. Ew rojeke ku divê qet neyê jibîrkirin,” wî got.
Plan heye ku Şah Charles herwiha serdana taxa Harlem li bajarê New Yorkê bike û ligel rêxistineke xwecihî ya zarokan kom bibe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump derengî Sêşemê bi şîveke fermî li Koşka Sipî mêvandarîya Şah Charles û Şahjin Camilla kir.
Trump got ku herdu welat “bi hev re li dijî hêzên komunîzm, faşîzm û zordarîyê derketine û biserketine.”
“Dostanîya me nirxdar e, peywendîyeke herdemî ye û çîrokeke rasteqîn a qehremanîya bêhempa ye,” Serok Trump got.