Kiran: Ger Amerîka ji Sûrîyê Vekişe, Bawerîya Kesekî bi Amerîka Namîne

Reaksîyonên derheqa daxuyanîya Serokê Amerîka Donald Trump ya vekişîna ji Sûrîyê bi berfirehî didomin.

Prof. Dr. Abdullah Kiran, ser biryara Trump ya vekişîna ji Sûrîyê dibêje ku ew biryar ne dewleta Amerîka ye, lê Trump bi xwe ew biryar daye.

“Amerîka dewleteke bi sazî ye û dema biryareke girîng digire, hûr û kûr difikire, lê ev biryara dawî bi wî awayî nehatiye girtin.

Kiran, biryara vekişîna ji Sûrîyê, wek biryareke şaş û tenê hiştina PYD’ê dibîne.

“Ji nişkeve dayîna biryareke bi vî awayî jibo hevalbendî ne rast e. Biryareke çewt e û ne ehlaqî ye. Ger Amerîka birastî vekişe, êdî bawerîya kesekî bi Amerîka namîne.”

Kiran hişyarî dide ku ger Amerîka ji bakurê Sûrîyê vekişe, hîngê ew herêm dê têkeve bin kontrola Rûsya û Îranê û ew jî bona berjewendîyên Amerîkayê dê gaveke xeter be.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_12_25_2018_A_Kiran