Konserta Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ya bi navê “Berbang”ku dê jibo salvegera 30’an ya damezrandina NÇM’ê dê Şemîyê bihata li darxistin ji alîyê Qeymeqamtîya Kadikoy’ê ve hat qedexekirin.
Berîya konsertê du mehan rêvebirên NÇM’ê destûr ji Walitîya Îstenbul’ê wergirtîbû û jiber vê yekê jî hemî amadekarîyên konsertê hatibûn kirin. Lê Qeymeqamtîya Kadikoyê bi hincetên wek “Jibo pêşigirtina îhtimala tawanan û parastina aramî û ewlehîyê” konsert do qedexe kir.
Jiber biryara Qeymeqamtîya Kadikoy’ê NÇM’ê jî têkildarî qedexeyê bi tevlîbûna hin hunermendan daxuyanîyekî dan.
Ev daxuyanî ji alîyê hunermendê NÇM'ê şanoger û lîstikvan Omer Şahîn hat xwendin. Şahîn di daxuyanîyê de diyar kir ku ev 30 sal in jibo hunera azad û Kurdî têdikoşin.
Şahîn bi berdewamîya daxuyanîyê de jî bibîr xist ku gelek xebatkarên NÇM’ê jiber hunera xwe hatine girtin û got, “Zilm, bişaftin û êrîşên çandî tu carî ranewestîya û hîn jî didome.
Hunermend û Xebatkarê NÇM’ê Ferîd Elalmiş
Yek ji hunermend û xebatkarê NÇM’ê Ferîd Elalmiş jî destnîşan kir ku bi taybetî ser çand, hûner û zimanê Kurdî zêxt û êrîşên mezin hertim hene û di demên dawî de jî zêdetir bûne.
“Ev ne cara yekê ye ku konsertên NÇM’ê têne qedexekirin. Salên borî jî qedexekirin çêdibûn. Lê îsal jibo NÇM’ê hinekî cuda bû. jiber pandemîyê ev konsert jibo moral û motîvasyona gelê me girîng bû. Lê ji alîyê Qeymeqamtîya Kadikoy ve ev konsert hat qedexekirin.”
Konserta Berbang ya Navenda Çanda Mezopotamiya NÇM li Stenbolê
Hunermend Elalmiş di berdewamîya axaftina xwe de got ku, “NÇM têne xebatên çandî, hûnerî û ziman dikin û lê tevî vê yekê jî jiber ku ev xebat bi zimanê Kurdî têne kirin dibin armanca êrîş, zext û qedexe, astengîyan.
Elalmiş herî dawî jî anî ziman ku ewên tevî hemî êrîş, zext, qedexe û astengîyan jî bi piştgirîya gel xebatên xwe yên çandî, hûnerî û ziman bidomînin.
Your browser doesn’t support HTML5
Raporta Stenbolê 17 10 2021
Vê jî bixwîne: Bertekên Ser Qedexekirina Lîstika Kurdî Berû li Senbolê Didomin Vê jî bixwîne: Şaredarîya Îstenbul'ê Cih Dide Şanogerîyek Kurdî Vê jî bixwîne: NÇM li Stenbolê Derbazî Cîhê Xwe yê Nû Bû Vê jî bixwîne: Li Edene Çalakiya Rojên Şanoya Kurdî Tê Qedexekirin Vê jî bixwîne: NÇM li Stenbolê Yekemîn Festîvala Çand û Hunera Kurdî Dar Dixe