Li Tirkîyê jiber Vîrusa Korona Xwendingeh Hatin Girtin

Turkey corona lines

Li ber sedama vîrusa korona li Tirkîyê jî rewşa lezgînî hate dîyar kirin û li hember vê têkoşînek hate destpê kirin.

Di bin serokatîya Serokomar Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan de rayedarên Tirkîyê li qesra serokomarîyê 5 saet civîyan.

Berdevkê serokomarîyê Îbrahîm Kalin, piştî civînê ragihand ku ewê dijî vîrusa korona dest bi têkoşîneke nû bikin.

Piştî civînê li Tirkîyê hefteyek navber ji perwerdê re hate dayîn û dû re perwerde wê li ser înternet û televîzyonê berdewam bike.

Herwiha, hemû organîzasyonên kombûnê hatin betal kirin û hemû maçên sporê jî dê bê temaşevan werin lîstin.

Heta demeke derketina derî welat û hatina welat xistin bin kontroleke awarte.

Ev tedbîr têne çî wateyê?

Dr. Halîs Yerlîkaya

Rêvebirê Yektîya Doktorên Tirkîyê (TTB) Dr. Halîs Yerlîkaya îdia dike ku li Tirkîyê gelek kes bi vîrusa korona ketiye.

“Girtina tedbîrên pêşîgirtina belavbûna korona gelek girîng e,” Yerlîkaya got.

Ew bal dikşîne ser testkirina vîrusa korona û di vî warî de jî balê dikşîne ser xaleke din:

“Li Tirkîyê tiştekî nedîyar heye. Heta niha jî nayê zanin ku çned kes bi vê nexweşîyê ketiye. Jibo ku di testkirinê de gelek kêmahî hene. Mînak li Îtalya’yê di mîlyoneke de 800 kes hatine testkirin, lê li Tirkîyê de di nav mîyonek kesî de tenê 25 kes hatine kontrol kirin. Ev jî kêmahîyeke mezin derdixe holê.”

Your browser doesn’t support HTML5

ED_03_13_2020_Korona_Tirkîye