Di daxuyaniyekê de roja Çarşembî, Serokayetiya Herêma Kurdistana Îraqê êrîşên Hekarî şermezar kir, ku bûne sedema kuştina 24 leşkerên Tirkîyê.
Di beşekê daxyaniyê de, Serokayetiya Herêmê radigihîne: "Em bi tûndî wê tawanê şermezar dikîn, bi eşkere radigihînîn ku ev kiryar berî li her kesekî din, dijî berjewendiyên gelê Kurdistanê û berdewambûna wê ziyanekî mezin bi doza gelê Kurdistanê digihîne.
Ji bo wê yekê daxwaz dikîn ku ev êrîş rawestin, ji ber ku tu demekî şer çareseriya pirsan nekiriye."