Ayşegul Dogan: Ocalan Peyamek Ji Ozgur Ozel Re Şand

Peyvdara DEM Partî, Ayşegul Dogan

Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan bo Serokê Yenî Partîyê Ozgur Ozel peyamek şand.

Berdevka Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Doganê îro Înê di preskonferansekê de dîyar kir ku Ocalan ji Ozel re peyemak şandiye, lê da zanîn ku ew naveroka wê peyamê niha nizanin.

Dogan got piştî peyama Ocalan bi rêka Heyeta Îmraliyê ya partîya wan gihişt Ozel ger ew bixwaze dikare wê peyamê bo raya giştî ragihîne.

Medyaya Tirkîyê duh Pêncşemê bê ku navên jêderên DEM Partîyê bibêje ji zarên wan ragihandibû ku Ocalan di peyama xwe de dibêje Yenî Partî di hin rexneyên xwe de mafdar e, lê dûrketina ji Komîsyona Şopandinê ya bo prosesa aştîyê ne çareserî ye.

Ozel hefteya borî piştî serdana Serokê Parlemana Tirkîyê Numan Kurtulmuş dîyar kiribû ku ewê beşdarî Komîsyona Şopandinê nebin. Wî gotibû ku jiber ku desthilat gavên demokratîkbûnê navêje wan biryareke wisa daye.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ser biryara Yenî Partîyê bê ku navê wê partîyê bide got muxalefet dixwaze rê li ber pêşveçûna pêvajoyê bigire.

Yenî Partî ya îsal bi veqetîna ji Partîya Gel ya Komarî (CHP) hat damezirandin, lê parlemana Tirkîyê ya bi 600 kursî, bi 90 kursîyên xwe opozîsyona serekî ye.

Rayedarên DEM Partîyê berî peyama Ocalan jimareke caran bang li Yenî Partîyê kiribûn ku jinûve ser biryara xwe ya bo Komîsyona Şopandinê bike û beşdarî komîsyonê bibe.

Çaverê ye Komîsyona Şopandinê ya bi 19 endam heftya pêş were avakirin û dest bi karên xwe bike.