Kurtulmuş, Partî Vexwend Komîsyona Şopandinê

Serokê Meclisa Tirkîyê Numan Kurtulmuş

Serokê Parlemana Tirkîyê Numan Kurtulmuş partîyên komên wan li meclîsê hene vexwendin Komîsyona Şopandinê.

Karê Komîsyona Şopandinê çavdêrîya prosesa aştîyê ye ku navê wê yê fermî prosesa "Tirkîyeya Bêteror" e.

Partî wê heta 30’ê Mijdarê navên parlementerên xwe yên bo komîsyonê bidin.

Di Komîsyona Şopandinê de wê 19 kes hebin û li gor kursîyên li parlemanê, ji Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) 9, ji Yenî Partîyê 3, ji Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) 2, Partiya Tevgera Neteweparêz (MHP) 2, Partîya Gel ya Komarî (CHP) 1, ÎYÎ Partî 1 û ji Yenî Yolê 1 kes dikevin komîsyonê.

Îyî Partî û Yenî Partî dîyar dikin ku ewê beşdarî Komîsyona Şopandinê nebin.

DEM Partî bang li Yenî Partîyê dike ku careke din ser biryara xwe bifikire.

Berdevka Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Doganê bang li Yenî Partîyê kir ku beşdarî Komîsyona Şopandinê ya pêvajoya aştîya Tirkîyê bibe.

Doganê îro Çarşemê di bernameyake Medyascope TV de dîyar kir ku divê Yenî Partî jibo raya giştî di Komîsyona Şopandinê de cîh bigire.

Kurtulmuş îro Çarşemê got ew hêvî dike ku hevalên wan yên ji Îyî Partî û Yenî Partîyê beşdarîyê li komîsyonê bikin.

Wî got heta ew bi awayekî fermî bersîvên xwe dişînin ewê vexwendina wan bidomîne.