Serokwezîrê Libnanê Bixêrhatina Agirbesta Îsraîl û Libnanê Dike

Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam bixêrhatina agirbesta 10 rojî ya ku di navbera Îsraîl û Libnanê de hatî ragihandin kir û ew wek daxwazeke Libnanî anî ziman.

Selam di daxuyanîyekê de ku li ser platforma X’ê hate belavkirtin got, “Ez agirbesta ku ji alîyê Serok Trump ve hatiye ragihandin, pêşwazî dikim, ku daxwazeke serekî ya Libnanî ye, me ji roja yekem a şer ve hewila wê daye, û armanca me ya serekî di civîna Washingtonê ya roja Sêşemê de bû.”

Serokwezîrê Libnanê got, “Di demekê de ku ez hemû Libnanîyan ji bo vê serkeftinê pîroz dikim, ez sersaxîyê ji malbatên şehîdan re dixwazim, û hevxemîya xwe bi kesûnasên wan, bi birîndaran re, û bi welatîyên ku neçar man ji bajar û gundên xwe derkevin re diyar dikim. Ez bi dilsozî hêvî dikim ku ewê karibin di zûtirîn dem de vegerin.”

Selam herwiha diyar kir ku “Ez her weha spasîya xwe ji bo hemî hewldanên herêmî û navneteweyî yên ku beşdarî gihîştina vê encamê bûne, bi taybetî yên Amerîka, Fransa, welatên Yekîtîya Ewrupî, û hemû birayên me yên Ereb, bi taybetî Şahnişîna Erebistana Siûdî û Komara Erebî ya Misrê, û her wiha Dewleta Qeterê û Şahnişîna Haşimî ya Urdunê, pêşkêş dikim.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump demekê berê îro Pêncşemê piştî peywendîyeke telefonî ligel serokê Libnanê û serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku agirbesteke 10 rojî di navbera herdu welatan de dê îşev destpê bike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio roja Sêşemîyê mêvandarîya balyozên Îsraîl û Libnanê kir ji bo gotûbêjkirina agirbest û aştîyê li Libnanê.