Parlamenterekî Libnanî: Şerê ligel Îsraîlê yê Hizbullahê ye Ne yê Libnanê

Roja duyemîn a danûstandinên rasterast di navbera Îsraîl û Libnanê de yên bi piştgirîya Amerîkayê li Washingtonê îro Çarşemê jî berdwam kir.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio diyar kir ku ew hêvî dike danûstandin bi daxuyaniyek hevbeş û planeke çalak bi armanca bidestxistina ewlehêyê li Libnanê bi encam bibe.

Wî tekez kir ku Amerîkayê bi tevahî pabend e ku van danûstandinên "dîrokî" hêsan bike.

Endamê Parlamena Libnanê Edîb Ebdilmesîh ser berdewamîya danûstaninên derbarê Libnanê ji Dengê Amerîkayê re got "Ji derveyî danûstandinan ti bijardeyeke din tune ye."

Ebdilmesîh herwiha got "Her çend encameke lezgîn jî nebe lê bêguman dê çareserîyeke domdar hebe û dê bandora wê hebe li ser bandora Îranê li Libnanê, bi taybetî li ser çekên Hizbullahê, ji ber ku Hizbullah îro perçebûyî ye, xelkê wê hatiye koçberkirin û her ew sedema pevçûn û şerên li Libnanê ye."

Parlamenterê Libnanî tekez kir ku ev şerê niha li dijî Îsraîlê heye, şerekî di navbera Hizbullah û Îsraîlê de ye, lê dewleta Libnanê ti peywendîya wê pê re tune ye.

Endamê Parlemana Libnanê Edîb Ebdilmesîh ligel Serokê Libnanê Joseph Aoun

Ebdilmesîh got ku "eger Hizbullah li lihevhatinan pabend nebe, dê gelek tedbîrên tund li dijî wê werin girtin. Lê belê, ji bo gihîştina qonaxa cîbicîkirina planan, divê pêşî danûstandin bidawî bibin, Îsraîl pê pabend bibe û Amerîka jî bibe garantor."

Li gor endamê parlamena Libnanê Ebdilmesîh, di qonaxên siberojê de, ji bo kontrolkirina çekên Hizbullahê, tê çaverêkirin ku artêşa Libnanê were çekdarkirin, hinek lîwayên wê werin bihêzkirin û mijara Beşa Heftemîn ya Neteweyên Yekbûyî bikeve rojevê.

Di heman demê de, danûstandinên Amerîkî û Îranî jî dê di vê derbarê de roleke girîng bilîzin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott roja Sêşemê derbarê danûstandinan de got: "Pêşketin hem di warê siyasî û hem jî di warê ewlehiyê de berdewam dikin, ji ber ku em ji têkçûnên bîst salên borî derbas dibin û ber bi peymaneke berfireh ve diçin ku armanca wê vegerandina serwerîya Libnanê û misogerkirina ewlehîya Îsraîlê ye."