Hest û Helwest: Axaftinên Mualim û Reaksîyona Kurdên Sûriyê

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Mualim di konferanseke rojnamevanî de got armanca hikûmeta Sûriyê piştî çareserkirina rewşa Idlibê, ew rojhilata çemê Ferêt e.

Mualim daxwaz ji Kurdan kir ku xwe ji Amerîka dûrxin û vegerin nav dezgehên yasayî yên Sûriyê.

"Ger Kurd bixwazin aliyê Amerîka bigirin ew bijara wan e û wê di ber de berpirsiyar bin. Ger bixwazin vegerin hêmbêza Sûriyê, derî ji wan re vekirî ye."

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) di daxuyaniyekê de bersiva el-Mualim da û axaftinên wî bi tundî red kirin.

Daxuyaniya MSD'ê bal kişand ser pêwîstiya ku destûra Sûriyê bê guhertin.

Gelo axaftinên el-Mualim wê çi guhertinê li ser erdê bikin û bijarên Kurdan di vê derbarê de çi ne?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Rojnamevan Stêrê Çello ku li Kobaniyê dimîne û nivîskar Pîr Rustem ku li Swîsre dimîne.

Bo guhdarîkirina li bernameyê, fayla deng vekin

Your browser doesn’t support HTML5

Hest û Helwest