Li Tirkiye li 23 Bajaran Newroz Tê Pîrozkirin

Newroza 2023ê li Bajarên Kurdan li Tirkiyê

HDP roja Yekşemê li Stembol, Bursa, Ergene, Gebze, Ayvalik, İzmir, Manisa, Aydin, Mugla, Manisa, Enqere, Mersin, Antalya, Sêrt, Batman, Qoser, li 23 bajar û navçeyan Newroz hat pîroz kirin.

Li Amedê Newroz di 21ê mehê de dê were pîrozkirin, lê li piraniya bajaran baran û serma hebû lewma îsal bername zû bidawî bûn.

Piştî pîrozbahîyan li Stembol, Wan, Qoser û Batmanê jibo prostoya tecrîda li ser Ocalan bi sedan kes bi girseyî meşîyan, dirûşman avêtin. Polês bi ava şîd û fişekên plastîk êrîş kir. Li Stembolê 200 kes hatin desteserkirin.

Newroza îsal jiber qurbaniyên erdhêja 6ê Sibatê bi xemgînî hat pêşwazî kirin û weke cejinê nehate pîrozkirin.

Di gotarên sîyasetvanan da jî erdhej, kêmasîyên hikumetê jibo alîkarîyan, herwiha hilbjartin mijarên sereke bûn.

Peervîn Buldan - Newroza Stenbulê

Hate destnîşankirin ku di encama giran ya erdhêjê da kêmasî û xeletîyên hikumeta desthilat zede ye.

Pervîn Buldan “14ê Gulanê Mîlad e”

Li Stembolê li Meydana Yenikapi Newroz hate pîrozkirin. Hevseroka HDPê Pervîn Buldan daxuyakirin ku Newroz, nîşaneya tekoşîn û aşitiyê ye lê îsal dîsan jan hêrs lê zede bûye.’’

Di gotara Buldan da rexneyên li hikumetê li pêş bû û îfade kir ku 14ê Gulanê roja hilbjartinê dê jibo Tirkiye bibe mîladek nû.

Wê anî ziman ev hilbijartin di heman demê de, dê nîşanê AKP û MHPê bide bê ka biratîya gelan çiqas bihêz e û Kurd çiqas bi îrade ne. Herwiha dê eşkere bibe ku jin û ciwan xwediyê hêza guhertin û veguhertina vî welatî ne.

''Ew yên ku vî welatî birêve dibin bila baş bizanin, bi gefên li Kurdan, bi tilî hêjandina li ser gelên Tirkiyê ev welat birêve naçe. Em dê rê nedin we. Li hember we tu gelên ku serî li gef û hekqaretên xwe deyne nîne.’’

Wê destnîşan kir ciwanên welat dê li sindoqên hilbijartinê xwedî derkevin jiber ku ev paşeroja wan e.

Hevseroka HDPê got pêdiviya welat bi şer na, bi aşitîya civakê heye û bal da ser tecrîda li ser rêberê PKKê Abdullah Ocalan.

Wê xwest ev tecrîd bidawî bibe û got “Dixwazin hemî Tirkiye têxin nav vê tecrîdê.”

Buldan weha dewam kir ''Her kî devê xwe veke, gotinekê bêje digirin û dikin girtîgehan, doz li wan vedikin. Lê piştî 14ê Gulanê bila gumana we tunebe ku emê çavê xwe li welatek azad vekin, bi azadî dikarin tiwit binivîsin û xwe îfade bikin.’’

Berdevkê Partîya Keska Çep İbrahîm Akin jî li Stembolê axivî û got berpirsê hemî rudanên xerab yên piştî erdhêjê, desthilatî ye.

''Rejima Erdogan di bin kavilên erdhêjê da ma û neha dixwaze tenê xwe rizgar bike. Lê heta serdema wan bidawî nebe, çawa ku me di erdhêjê de jî dît, dê tu pirsgirêkên vî welatî çareser nebe.’’

Evuqatên Abdullah Ocalan Peyam Şandin

Li Newroza Stembolê peyama evûqatên Abdullah Ocalan jî hate xwendin. Hate destnîşankirin ji 25ê Adara 2021an vir de digel Ocalan, ji muwekilên xwe yên li Girava İmraliyê Hamili Yildirim, Veysi Aktaş û Omer Hayri Konar jî tu esehîyek nikarin bisitinin.

Peyama Ocalan ya Aşitiyê, ku di Newroza 2014an de hatibû xwendin bîrxistin. Ocalan di wir de behsa biratiya bi hezaran salan ya gelen Mezopotamyayê kiribû û gotibû li ser wan nîrxan dikarin aşitiyek mayînde çêbibe.

Li Wanê jî peyamên li dijî tecrîdê li pêş Bûn

Li Wanê bi hezaran kes beşdar bûn. Hevseroka DBPê Salihe Aydeniz û Berdevkê Serokê Gruba HDPê Saruhan Oluç li wir gotar pêşkêş kirin. Do gitarê wan da jî erdhêj û tecrîda 24 salan ya li ser Ocalan li li pêş bû.

Salîhe Aydeniz ''Ev desthilatî dijminê gelê Kurd û yê jinan e''
Saruhan Oluç anî ziman li ruyê cihanê tecrîdek weha giran li ser tu kesek nehatîye kirin û weha got:

''Abdullah Ocalan, fikre xwe aqilê xwe jibo avakirina aşitiyê bikartîne lê 24 sal in di bin tecridek giran da ye. Ev hilbijartin, dikare bibe fersenda bidawîkirina desthilatîya ku vê tecrida giran dike.’’

Oluç îda kir desthilatî jibo dewamîya polîtîqayên şer tecrîdê dike û ev hilbjartin heman demê da bidawaikirina vê tecride ye jî.

Salîhe Aydeniz jî îdia kir ku hikumeta desthilat dijminê gele Kurd û yê jinan e.

''Di dema erdhêjê de hê lêgerîn û rizgarkirina mirovan ji kavilan bidawî nebibû, hikumetê li ser Rojava operasyon kir, êrîş kir.

Jiber ku ew jî dizanin wunda dikin, lewa ewqas êrîş dikin. Jiber ku dizanin ew tenê bi şer dikarin li swe xwe bimînin. Em ji vir bang li detshilatîya talankar û derewkar dikin, bila bizanin Efrîn ya Kurdan e û dê wusa jî bimîne. Qadê azad bi kîmyasalan dixwazin tune bikin lê emê destur nedin.''
Ayşe Acar Başaran ‘’Bi hezaran kes mirin tu kesî dest ji postê xwe berneda’’

Li Batmanê jî bi hezaran kes beşdar bû û li wir Berdevka Meclîsa Jinan ya HDPê Ayşe Acar Başaran Mehmet Ruştu Tiryakî axivîn.

Başaran bîrxist 42 roj li ser erdhêjê derbas bû lê binesazîya bajaran, ciyê mayînê, pêdiviyên bingehîn hê jî çareser nebûne û nexweşin li devera erdhêjê zêde dibin.

''Ji ber polîtîqayên xelet yên desthilatiyê bi hezaran kes pişti erdhêjê mirin. Ev Newroz ya pirsa hesabên hikumetê ye. Ewqas kes mirin lê tu kesek ji desthilatiyê dest ji postê xwe bernedan, tu berpirsek nehate girtin. Tu kesek hesab neda. Lê yên ku dest ji kar bernedan, dê li hember berxwedana gelan mecbur bimînin ku birevin. Emê yek bi yek hesab bipirsin.’’