BDP jibo Ocalan Dest bi Kempeynek Kir

Partîya Aşitî û Demokrasîyê (BDP) jibo azadîya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dest bi kampeyna îmzeyê kir.

Di derbarê kampeynê de li avahîya BDP'a Dîyarbekirê daxûyanîyek hat dayîn. Di wê daxuyanîyê de hat gotin ku heta 4'ê Nîsanê kampeyn wê dewam bike.

Hevseroka BDP'ê ya Dîyarbekirê Zubeyde Zumrut got, armanca wan ew e ku tenê li Dîyarbekirê ji mîlyonekê zêdetir îmza kom kin.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_2_26_14