Ocalan Piştî 21 Salan bi Rêya Telefonê bi Birayê Xwe re Axifî

Abdullah Ocalan

Di çarçoveya tedbîrên li hember belavbûna virusa korona, li girtîgehên Tirkîye hevdîtina girtîyan bi malbatan re hat hat qedexekirin.

Di cîyê hevdîtinê de, hefteyê du caran mafê axaftina bi telefonê ji girtîyan re hate dayîn.

Lê cara yekê ye ku destûr hatîye dayîn ku rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî telefonê malbata xwe bike.

Ocalan 21 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê girtî ye û heta neha ti caran bi telefonê bi malbata xwe re neaxifîye.

Omer Ocalan

Parlamenterê HDP’ê yê Ruhayê Omer Ocalan, birazîyê Abdullah Ocalan e.

Omer Ocalan ji Dengê Amerîka re got ku rêberê PKK’ê di axaftina xwe de giranîya xwe daye ser pirsgirêka ku li devera Zinewerte ya li Başûrê Kurdîstanê ku di navbera partîyên Kurdan de rû daye û payema yekîtîyê daye.

"Birêz Ocalan got divê partîyên Kurdan nebin amûrên hêzên navdewletî. Divê hemî jibo berjewendîya gelê Kurd tevbigerin." Omer Ocalan got.

Hêjayî gotinê ye ku herî dawî di meha Adarê de Mehmet Ocalan çûbû Girava Îmraliyê.

Parêzerên Ocalan jî piştî heşt salan par di dema greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de çûbûn serdana wî.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_04_28_2020_Ocalan_Telefon