Konsulxaneya Amerîkî li Kurdistana Îraqê bûyerên parzêgeha Dihokê şermezar kir.
Di gotarekê de bo peyamnêran, Konsulê Giştî yê Amerîkî li Hewlêrê Alex Laskaris got, “ bi navê balyozxana Amerîkî li Bexda û hikûmeta Amerîkî hemû tundûtûjiyên li dijî kemîneyan li Zaxo û Dihokê şermezar dikim."
Birêz Laskaris daxwaza tenahiyê kir û got ku divê hikûmeta Herêma Kurdistanê lêkolînê li ser wan bûyeran bike.
Roja Înî, firoşgehên şerabên alkolê, cihên masajê û çend cihên din yên geştiyarî li Parêzgeha Dihokê rastî êrîşan hatin. Piştî wan bûyeran, ofîsa partîya Yekgirtû ya Îslamî li Parêzgeha Dihokê hate şewitandin.