Li Tirkîyê 'Operasyonên KCK'ê' bi Girtinan Didomin

Kurdvîzyon Gundem

Serdozgerîya Amedê di çarçoveya lêpirsîna PKK/KCK'ê de derheqa 33 kesan biryara binçavkirinê da.

Ayşe Gokan

Roja Sêşemê 22 kes hatin binçav kirin ku di nav wan de berdevka TJA Ayşe Gokkan, berdevka Rojnamevanên Jin yên Mezopotamyayê û edîtora JINEWS'ê Ayşe Guney jî hene.

Parlamanterê HDP'ê Tayyîp Temel dibêje ku AKP bi hemî hêzên xwe bi ser sazî û dezgehên Kurdan tê ku ev kî pêkanînên derbeya 12'ê Îlona 1980'yan e.

Ayşe Guney

Hevserokê Komela Dîcle û Feratê Serdar Altan jî got ku dema ku dixwazin civatê bedeng bikin, çavtirsandî bikin, pêşî rojnamevanan dikin armanc.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_07_15_2020_Tayîp_Temel_Serdar_Altan