Serokê Yenî Partî (Partîya Nû) Ozgur Ozel dîyar kir ku ew ji rêka aştîyê derneketine, lê desthilat ji demokrasîyê dûr ketiye.
Ozel îro Pêncşemê ji T24 re got ku jiber ku desthilata Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) ji alîyekî de dibêje aştî û ji alîyekê de gavên antîdemokratîk davêje, ew beşdarî komîsyona şopandina pêvajoya aştîyê nabin.
"Em berevanîya demokrasî û aştîyê didomînin. Ez rind dizanim ku hemû hemwelatîyên me yên Kurd me baş fêm dikin," Ozel got.
Wî da zanîn ku desthilat bo gavên xwe dixwaze parleman berpirsîyan bigire ser xwe, lê gavên demokratîkbûnê yên parlemanê li ser li hev kiriye neavêje.
Ozel dîyar kir ku ew aştîyê dixwazin û jiber ku ew beşdarîyê li komîsyonê nakin ew nayê wê wateyê ku wan dest ji aştîyê kişandiye.
Serokê Parlemana Tirkîyê Numan Kurtulmuş bo danûstandinên ser damezrandina komîsyonê hefteya borî û vê hefteyê serdana partîyan kir.
Kurtulmuş di preskonferansa xwe ya dawî de dîyar kir ku ewê komîsyon di demeke nêz de were damezirandin.
Ji partîyan heta niha Îyî Partî û Yenî Partîyê gotiye ku ewê beşdarîyê li komîsyonê nekin.
Berdevka Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Doganê îro Pêncşemê got ku divê komîsyon demûdest were avakirin û dest bi karên xwe bike.