Dr.Farûq Îsmaîl Girîngiya Bajarê Palmyra û Gefa DAIŞê Ser Wê Dinirxîne

Çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) gelek bajar û deverên dîrokî yên mîna Palmyra - Tedmur jî nav de, nîvê Sûriye xistine jêr kontrola xwe.

Bajarê qadîm Palmyra niha ketiye bin gefa DAIŞê û metirsî heye cîhên wuha dîrokî ji alîyê koma tundrê ve bê wêran kirin.

Profesorê ziman û çanda kevin ya Mezepotamya, ji Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê Dr. Farûq Îsmaîl ji Dengê Amerîka re rewşa Palmyra şîrove dike.

"Stratejîya DAIŞ ew e ku Sûriye û Îraqê têxe bin kontrola xwe û çand û dîroka wan deveran talan bike.

Dr. Îsmaîl herwisa dibêje, berjewendiyên siyasî yê navnetewî bûne sedemê berdewamiya qeyrana Sûriye û paşgukirina şûnmayên wê bê tu livandin ji aliyê rêxistinên navnetewî.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîna Dr.Farûq Ismaîl-05-21-LA.wav