Bexda: Penaberên Sûrî Dikarin Derbasî Îraqê Bibin

Hikûmeta Îraqê ragihand ku penaberên Sûrî dikarin derbasî Îraqê bibin.

Medyaya ser bi hikûmeta Îraqî raighand ku serokwezîr Nûrî El Malikî bi fermî rêk da penaberên Sûrî biçine Îraqê.

Revîna welatîyên Sûrî bo Îraqê pirseke balkêş e çunkî piştî sala 2003’ê bi dehan hezar penaberên Îraqî çûne Sûrîyê.

Herwiha piştî bûyerên sala 2004’ê li Qamişlo û serhildana 2011’ê bi hezaran Kurdên Sûrîyê çûne Kurdistana Îraqê.