Mesut Tek: Dewleta Tirk Dixwaze Dengê Kurdan Bifetisîne

Li Tirkîyê ser sazîyên Kurdan zor û zexta dewletê zêdetir dibe. Di dema dawî de partîyên ku di navê wan de peyîva ‘Kurdistan’ heye, doza girtina wan hate vekirin.

Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK), Partîya Azadîya Kurdistan (PAK), Partîya Komunîst a Kurdistan (KKP) û Partîya Demokrata Kurdistana Tirkîyê (T-KDP) ne.

Serokê PSK’ê Mesut Tek dibêje ku çavsandina dewletê li ser partîyên Kurdistanî zêde dibe û dewlet dixwaze hewildanên Kurdan bifetisîne:

“Kurd dixwazin mafên xwe yê meşru bi kar bînîn, lê wisa dîyar dibe ku dewlet tenê rêyeke nîşanî Kurdan dide ew jî çîya ye.”

Tek dide zanîn ku jiber sedama peyîva Kurdistanê û danezanê wan, doza girtinê hatiye vekirin.

“Di danezana partîyê me de xencî peyîva Kurdistanê, jibo çareserkirina kêşa Kurdî daxwazên me jî hene. Serdozgerîya Komarî ya Dadgeha Bilind van daxwazên me wek nîjadperestî dibîne. Li ku tiştekî wisa heye? Em dibînin ku dewleta Tirk, ji berê de heta niha, sîyaseta hember Kurdan neguhertîye.”

Tek dibêje ku dewlet çiqas ser wan da were jî, ewê dest ji mafên xwe yê rêwa bernedin.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_05_21_2019_M_Tek