Tariq El Haşimî Çû Qeterê

Tariq El Haşimî.

Cîgirê Serokê Îraqî Tariq El Haşimî, ku ji layê dadgeha Bexdayê ve hatîye xwestin, roja Yekşemê çû Qeterê.

Ev cara yekemîn e ku Haşimî serdana welatekê din bike piştî li sala bihûrî revîya herêma Kurdistana Îraqê da ku nehête girtin.

Ajansa fermî ya Qeterê ragihand ku Haşimî bi “serdaneka fermî” gehişte Qeterê.

Hikûmeta Bexda radigihîne ku Haşimî berpirs e beramberî kuştin û êrîşên li dijî Şîeyan, karbidetên hikûmet û hêzên parastinê.