Li Tirkîyê Heta Niha 2316 Kes di Erdhejan de Jîyanên Xwe ji Dest Dane

Rêvebirîya Rewşên Awarte û Felaketê ya Tirkîyê (AFAD) ragihand ku di du erdhejln bi hêz de heta niha 2316 kes hatine kuştin.

Rêvebirê AFAD’ê Orhan Tatar ragihand ku hejmara birîndaran ji giheşt 13 hezar 293 kesan û bi giştî 6 hezar û 217 avahî hilweşîne.

Tîmên hawarçûn û rizgarkirinê li bajarên Entab, Semsûr, Ruha, Amed, Mereş, Melêtî, Kîlîs, Edene, Osmanîye û Hatayê xebatên xwe didomînin.

Vê jî bixwîne: Hejmara Qurbanîyên Erdheja Tirkîyê bi Domdarî Zêde Dibe

Kerem kin nûçeyên dawî ji bloga me ya zindî bişopînin: https://www.dengeamerika.com/a/6950067.html