Erdogan, Hember Nasîna Jenosîda Ermenîyan Gefa Daxistina Bingeha Încîrlîkê Dike

Civata Senatoran ya Amerîkî di 12'ê mehê de bi yekdengî pêşnîyara naskirina jenosîda Ermenîyan pejirand.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan reaksîyoneke tund nîşan da û got ku ger hewce be, Tirkîye dikare bingehên Încîrlîk û Kurecîkê yên NATO'yê bigire.

Erdogan dîyar kir ku karbidestên Amerîkî li ser vê mijarê ne serwext in û ji mîlyonekê pirtir belge di arşîvên Tirkîye de hene.

"Ka li ser vê mijarê di destê Amerika de belge hene? Yên ku nikarin van îdiyan bi belge îsbat bikin, ne xudan soz in. Îca rabûne, biryarek girtine! Em dizanin ku ev biryarên sîyasî ne, ne li gorî hiqûqê ne. Loma ne mimkun e ku em vê biryarê qebul bikin."

Sîyasetvanê Kurd Îbrahîm Guçlu ji Degê Amerîka re biryar şîrove kir û got ku qebûlkirina biryarê mijareke konjekturel û girêdayî sîyasetê ye.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_12_12_2019_RTE_Încîrlîk_Jenosîd