Rubio Dibêje Dê Amerîka "Pir bi Baldarî" Çavdêriya Sûriyê Bike

Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio

Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio roja Yekşemê li Orşelîmê dîyar kir ku Amerîka wê ji nêz ve çavdêrîya Sûrîyê bike.

Marco Rubio ev daxuyanî di preskonferansekê de ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu da.

Wî anî ziman ku lî Sûrîye têkçûyîna rejîma Beşar Esed hêvîdar û girîng e, lê bi berdewamî balkişand ser revebirîya nû ya li Şamê.

"Tevî ku têkçûyîna Esed bê guman hêvîdar û girîng e, lê Sûrîya ku hêzek bêaram li şûna hêzek din tê bicîh kirin, ne pêşketinek erênî ye, û ev tiştek e ku emê bi baldarî çavdêrîya wî bikin," Rubio got.

Di 8’ê Berfanbarê de serhildayên bi pêşengîya Hayat Tehrîr el-Şam (HTŞ), di encama êrîşeke 12 rojan de kontrola paytext Şamê bi dest xistibûn û desthilatîya rejîma Beşar Esed têk biribûn.

Rêberê HTŞ’ê Ehmed El-Şeri’ di 29’ê Rêbendanê de xwe wek serokê demkî yê rêvrbirîya veguhestinê ya Sûrîyê dîyar kir.

Koma wî HTŞ jî ku berê bi navê El-Nusra girêdayî koma jihadî El-Qayde bû, li Sûrîyê bû desthilatdar.

Netanyahu jî de heman preskonferansê dîyar kir ku Îsraîl jibo pêşîgirtina li gefên li ser sînorê xwe bi Sûrîyê re, "wê gavan bavêje".

"Îsraîl wê gavan bavêje da ku nehêle ti xeterî li nêzîkî sînorê me li başûr-rojavayê Sûrîyê dernekeve holê," wî got.

Serokwezîrê Îsraîlê herwiha hişyarî da ku wê nehêlin ku Sûrîyê bibe cîhê êrîşên dijî welatî wî.

"Ger îro hêzekê li Sûrîyê bawer bike ku Îsraîl wê rê bide hêzên din yên dijmin ku Sûrîyê wek bingeheke operasyonên dijî me bi kar bînin, ew pir şaş in," Netanyahu got.

Jêder: AFP