Hest û Helwest: Xwepêşandanên Îranê û Bersivdana Desthilatê

Berpirsên Îranê welatên Amerîka, Brîtanya, Îsraîl û Erebistana Saudî tawanbar dikin ku ew xwepêşandanên dijî desthilata Îranê gur dikin.

Serokê nobedarên şoreşgerî general Hisên Salamî huşdarî da Amerîka û alîgirên wê û got xwepêşandanên dijî zêdekirina nirxa benzînê ew bihane ne ji bo êrîşkirina Îranê.

Wî got,”eger hûn hêlên me yên sor derbas bikin, emê we hilweşînin…emê ti tevgerê bê bersiv nehêlin…sebra me sînordar e.”

Rêxistina Amnesty International doh Duşemê gotibû herî kêm 143 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin û wê belge hene ku hêzên ewlekariya Îranê çek li dijî xwepêşanderan bikar anîne.

Ta çi astê destê welatên derve di xwepêşandanên Îranê de heye?

Jimarên qurbaniyan çiqas rast in û di dema birrîna hemî alavên pêwendiyan de, agahî çawa digihin derve?

Çarenûsa van xwepêşandanan çiye û armanca xwepêşandanên alîgirên hikûmetê çiye?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Mejcîd Heqî, şarezayê karûbarên Îranê ku li Finlenda dimîne û Emmar Gulî, şîrovekarê siyasî ku li Almanya dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Hest û Helwest 11-26-2019