Serokê Artêşa berê yê Tirkîyê Îlker Başbug, bi tawana “rêvebirina rêxistina terorê “kirîye roja Pêncşemê ji alîyê Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê ve hate girtin.
Lêpirsîna derbarê Îlker Başbug, li sala 2009’an, di çarçoveya doza “bi rêya înternetê hewila darbeyê” de hatibû destpê kirin.
Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Beşîr Atalay, di derbarê girtina Îlker Başbûg de got”ev bûyereke girîng e, divê em pêşveçûnan bibînin, divê dadgeh li gorî dadê tevbigere".
Serokê partîya opozîsyonê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jî got “Bi vê girtinê, derket holê ku biryara desthilata sîyasî hatîye erê kirin. Ev dadgehên taybet adaletê belav nakin, di xizmeta hikûmetê de dişoxlin.”
Kerem kin bi lînka ‘Guhdarî kirin’ ya jorîn, guhdarîya vê raportê bikin.