Li Silopê di Pevçûnan de 3 Hemwelatî Hatin Kuştin

Piştî operasyonên esmanî û ya leşkerî li herêmê, li gelek bajaran bi sedan kes hatin binçavkirin.

Li herêmê rewşek awarte heye û li gelek deran alozî çêdibin. Îro li navçeya Silopê ya Şirnexê jî berdestê sibê pevçûn rûda. Di encamê de 3 sivîl jiyana xwe jidest dan, 15 kes jî birîndar bûn.

Rojnamevan Mehmet Zeki Çiçek li Silopê jibo Dengê Amerîka got "Ruiştvanên taxa Cudî û Başakê jibo pêşiya serdegiritana malan li polêsan bigrin, li kuçeyan xendekan kolan. Berdestê sibê saet 04:00'de polêsan operasyonek destpêkir û pevçûn rûda.

Di encamê de welatiyên bi navê Kamuran Bilen (18) , Hamdin Ulaş (58) û Hidir Tanboga (17) hatin kuştin, 15 kes birîndar bûn 9 kes jî hatin binçavkirin."

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_8_7_15