Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê li Stenbolê Hate Mehkûm Kirin

Darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona sala 1980’yî di salroja 33’yan de, li seranserê Tirkîyê bi xwepêşandan û daxuyanîyên protestoyî hate mehkûm kirin.

Li Stenbolê jî do êvarê jibo şermezarkirina darbeya leşkerî û daxwazên dadgehkirina kirdarên darbeyê xwepêşandanek hate lidar xistin.

Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) û Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) jî di nav de, komele û dezgehên sîvîl û malbatên mexdûrên 12’ê Îlonê li xwepêşandanê amade bûn.

Hevjîna zimanzan û lêkolerê navdar Feqî Huseyîn Sagniç, Rabîa Sagniç jî wek mexdûra 12’ê Îlonê di xwepêşandanê de amade bû.

Dayik Rabîa ku kurê wê Nevzat wê demê hatibû kuştin, ji Dengê Amerîka re wiha got: “Me wekî malbat gelek zirar û zehmetî ji darbeya 12’ê Îlonê dîtîye, lê em ne poşman in ku doza Kurdîtîyê dikin.”

Ew destnîşan dike, darbeya leşkerî nekarîye wan ji doza Kurd vegerîne û heta li ser lingan bimîne, ew ê li 80 salîya xwe jî vê têkoşînê bidomîne.

Your browser doesn’t support HTML5

St_9_13_13