Çavdêr: Rêxistina Daişê li Sûrîyê Geş Dibe

Ajansa Nûçeyan a Sûrî( SANA) îro Yekşemê ji ser zarê Beşê Medya û Ragihandinê yê Wezareta Berevanîyê ragihand ku yek ji endamên Artêşa Erebî ya Sûrî li gundê El-Wasîta li gundewarê bakurê Reqayê ji aliyê êrîşkerên nenas ve hatîye armancgirtin, di encama êrîşê de ew û yek ji sivîlan di cih de canê xwe ji dets dane.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) ragihand ku şaneyên Daişê bi rêya berdevkê wan ê fermî berpirsiyarîya kuştina du endamên Wezareta Berevanîyê ya Sûrîyayê li gundewarê Reqqa girtîye ser milê xwe.

Li gor (SOHR), Daişê her wiha “berpirsiyarîya kuştina ciwanekî ji bajarokê Boqros girtîye ser milê xwe, ku li nêzîkî bazara pez a bajarê Meyadîn li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê ji alîyê çekdaran ve bi motorsîkletê hatbû kuştin.”

“Ev yek hevdem bû li gel daxuyanîyeke dengî ya berdevkê Daişê Ebo Huzeyfa El-Ensarî, ku Daişê li Sûrîyê "qonaxeke nû ya operasyonê" dest pê kirîye, û "rejîma nû ya Sûrîyê" armanca sereke ya wê qonaxê ye,” SOHR’ê got.

Rojnameya The Juresalem Post jî ev nûçe belav kir û got ku "Dewleta Îslamî bi du êrîşên terorîstî qonaxeke nû ya operasyonan li dijî rejîma Sûrîyê dest pê dike."

Lêkolîner Welîd Çolî dibêje ku Daişê li ser asta Sûrîyê xwe bi rêxistin dike û ev êrîşên herdu rojên dawî nagihin asta metirsîya mezin ku Daiş dikare bisepîne.

Çolî ku berpirsên peywendîyên giştî ye di navenda Furat a lêkolînan de, ji Dengê Amerîkayê re got ku”Daiş niha ne tenê di Reqayê û Dêra Zorê de ye. Ew niha di Şamê û Laziqîyê û Helebê de ji xwe bi cih dike. Ew niha gihîştîye wê asta ku projeya xwe ya Deleta Îslamî careke din dest pê bike.”

Çolî ku li Qamişloyê dimîne balê dikşîne ser metirsîya vê rêxistina terorîst li ser Kurdan û dibêje,”Daiş kurdan wek dijminekî rasterast dibînin, ji ber kurdan xîlafeta wê li Reqayê şikand û çekdarên wan li dirêjiya heft salan xistin zindanan.”

Fermandarîya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) di navbera 21ê Çile û 12ê Sibatê de 5,700 çekdarên girtî yên Daişê ji zindanên bakur û rojhilatê Sûrîyê veguhestin cihên ewle li Îraqê.

“Bêhtirî 10 hezar girîyên Daişê di zindanên bakur û rojhilatê Sûrîyê de bûn, ji nav wan 4 hezar winda bûn, anko derketin. Ji bilî wê jî;bêhtirî 20 hezar xort û zarok di kampa Holê de bûn. Ew zarokên ku niha bûn xort ji kampê hatin berdan û ne dûre ku Daiş wek berê vegere,” Çolî got.

Welî Çolî

Ev êrîş û çalakîyên Daişê di demekê de dibin ku raport, di nav de jî raporteke Ajansa Rueters, dibêjin ku Daişê girjîya li dijî serkirdayetîya Sûrîyê û serok Ehmed Şeri’ ê ku rêberê berê yê El Qaîdeyê bû, tund kirîye.

Ehmed Şeri’ serkirdeyekî berê yê El Qaîdeyê bû, di sala 2016an de ji wê veqetîya, û serokatîya hevpeymaniyeke grûpên Îslamî kir ku karîbûn sala borî desthilatdarîyê serok Beşar Esed hilweşînin û ew ew bû serokê Demkî yê Sûrîyê.