Çalakvanên bajarê Kobanîyê dibêjin ku talankirina mal û milkên welatîyên derbiderên Kobanîyê berdewam e û banga alîyên xemxur dikin ku wan rawestînin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku talankirin li zêdetirî 70 gundên Kobanîyê berdewam dike.
Rojnamevan Delîl Remedan dibêje ku “ji nava 110 heta 120 gundên başûrê Kobanîyê yên ku ji alîyê çekdaran ve hatine kontrolkirin, 100 gund hatine talankirin û wêrankirin.”
Remedan ku li Kobanîyê dimîne ji Dengê Amerîkayê re got,”kelmêr û pirejinên ku ji malên xwe derneketibûn, kes nêzîkî wan nebûye û rewşa wan baş e, lê malên vala bi tevahî hatine talankirin.”
SOHR’ê îro Pêncşemê di raporteke xwe de got ku “ Endamên Firqeya Hemze û Firqeya Amşat, ku di bin ala Wezareta berevanîya Sûrîyê de dixebitin, her tiştê ku dikarîbûn li gundê Zêrikê ê gundewarê başûrê Kobanî talankirin.”
“Di talankirinê de dizîna hemî maşînên çandiniyê yên li gund, wekî traktor, maşînên çinînê û alavên din ên çandiniyê jî hebû. Kelûpelên malan, di nav de jî derî û pencere jî, hatin dizîn. Çekdaran piştî ku bi tevahî xanî talan kirin, dûv re şewitandin,” SOHR’ê got.
Salihê Çelebîyê, ku derbiderkî gundewarê Kobanîyê ye û niha li gel hejmarek dirbiderên din di dibistaneke bajarê Kobanîyê dimîne, dibêje ku gundê wî talan bûye.
Wî ji Dengê Amerîkayê re got ku “gundê me talan bû. Heta ristên cilan jî birin. Tiştek nehîştin. Agir berdane malan û niha li wir şer dibe. Em tar û mar bûn û rewşa me pir xerab e.”
Berpirsê ragihandina Yekîneyên Parastina Gel(YPG) li herêma Furatê Dijwar Kobanî, dibêje ku girjî li hin gundên derdora rêya M4 hene û dizîna milkên welatîyan hîn ranewestîyaye.
Berpirsê YPGê di peywendiyeke telefonî de ji Dengê Amerîkayê re got,” Em wekû YPGê li gor rêkeftina heyî û ji bo ku şer dijwar nebe, ji wan gundan vekişîyan û di encamê de nebûna hêzên me li wir, rê ji van talankirinan re vekir.”
Rojnamevan Delîl Remedan ragihand ku malên Kurdan ên li Tebqa û Reqyê jî rastî heman kiryarên dizîn û talankirinê bûn.
Berpirsekî hikûmeta Sûrîyê ku li Dîmeşqê dimîne û nexwest navê xwe aşkere bike ji Dengê Amerîkayê re got ku “hêzên ewlkekarîyê pir rijd in ku rewşa nebaş a li wir kontrol bikin û hewil didin ku rê li her dizîn yan talankirineke ku li dijî welatîyan dibe, bigirin.”
Dengê Amerîkayê hewil da ku bersiva berpirsên xwecihî yên hêzên ewlekarîyê li wan navçeyan werbigire, lê heta amadekirina vê raportê, ti bersiv nebû.
Your browser doesn’t support HTML5
Derbiderkî Kobanîyê Dibêje Mala wî hatîye Talankirin