Sê Dibistanên Taybet ji bo Cara Yekê li Kobanîyê Dest bi Perwerdeyê Dikin

Dibistanên Taybet li Bajarê Kobanîyê

Piştî salan ji sînordarkirinên li ser Dibistanên taybet yên ji bo perwerdehiyê li Kobanîyê, bo cara yekê sê dibistanên taybet li bajarê Kobanîyê destûr ji parêzgeha Helebê wergirtin û dest bi xwendinê kirin.

Bi sedan xwendekarên qonaxên seretayî û navîn li wan dibistanan dest bi sala nû ya xwendinê kirin.

Dibistan Taybet li Kobanîyê

Xwediyê dibistanekê, Azad Ehmed, got ku wergirtina destûrê hêsan nebû û piştî daxwazekê ji parêzgar re, destûr ji aliyê perwerdeya Helebê ve hat dayîn.

Vekirina dibistanan li Kobanîyê derîyê gotûbêjên derbarê zimanê perwerdeyê û xwendina bi zimanê Kurdî ji nûve vekir.

Mamoste Ebdilqadir Remo got ku li dibistanê hem zimanê Kurdî hem jî Erebî dê were bikaranîn.

Dibistanên Taybet li Kobanîyê

Di heman demê de, hin welatî dibêjin ku dibistanên taybet dikarin asta zanistî bilind bikin, lê biha û lêçûna wan dikare bibe asteng ji bo malbatên ku dahata wan kêm e.

Dibistanên Taybet li Kobanîyê

Li Kobanîyê, ku sektora perwerdeyê ji sala 2011an ve bi bandora şer û bê aramîyê re rû bi rû ye, malbat gelek hêvîdar in ku şertên perwerdeyê baştir bibin.