Dr. Bextiyar Hisên Behsa Koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dike

Bi nêzîkbûna zivistanê û hatina sermayê re, metirsî heye ku vîrusa koronayê careke din û bi awayekî bihêztir vegere û kirîzeke din a tenduristî û abûrî derxe pêş.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, ku derfet û alavên parastina ji vîrusê kêm in û pêgirî jî bi awayekî rasterast bi pîvanên saxlemiyê nabe, ew metirsî hîn bêhtir dibe, bi taybetî di van demên dawî de, ku hejmara keysên koronayê bilind bûye.

Pizşîkê birînsaziyên giştî, Bextiyar Hisên di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka behsa belavbûna vîrusê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Wî got "Ev bû du hefte ne ku hejmara nexweşên koronayê zêdetir dibe. Li Bajarê Kobaniyê 4 kesan di du hefteyên borî de jiyana xwe ji dest dan.Tixtor û tîmên tenduristî gelek pê ketin lê hejmareke mezin ji wan baş bûn."

Vê jî bixwîne: Li Herêmên Rêveberiya Xweser li Bakurê Rojhilatê Sûriyê COVID-19 Belav Dibe
Vê jî bixwîne: Li Herêma Şehba Kesekî bi COVID-19 Jîyana Xwe ji Dest Da
Vê jî bixwîne: Tîmeke Endazyarên Kurd li Sûrîyê Alava Behnkişandinê Çêkirin

Hisên ku li bajarê Kobaniyê dimîne, got "amadebaşî û kerentîna ku di demên seretayî de hatî pêkanîn, gelekî baş bûn, lê pêgiriya xelkê bi wan pîvanan her ku çû qels û lawaz bû."

Ew dibêjeو desthilatdar jî nikarin bi awayekî tund wan pîvanan bisepînin, ji ber ku ew naxwazin rê li karê xelkê bigrin û bi darê zorê wan di nav malên wan de bihêlin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîna Bextiyar Hisên 4/10/2020