Racî Bîlîcî: Kuştina Tahir Elçî Sîyasî ye û bi Plansazî Hatiye Kirin

Tahir Elci

Cîgirê Serokê Giştî yê Komela Mafê Mirovan (IHD) Racî Bîlîcî, yek ji parêzvanên mafê microvan e ku bi salan e seroktîya şaxa IHD’ê ya Amedê dike.

Çalakîya 459'an ya 'Kuştinên Kiryarê Wan Ne Dîyar', jibo Tahir Elçî bû ku du sal berê, di 28'ê Mijdarê de piştî daxuyanîyeke dijî pevçûnan, li ber mînara çar ling hatibû kuştin.

Tevî ku du sal derbaz bûne, heta niha ti pêşktin di doza Elçî de tuneye.

Bîlîcî bawer dike ku kuştina Elçî kiryareke sîyasî ye û ew bi plansazî hatiye qetil kirin.

“Dewletê soz da ku kujerên Tahir Elçî bibîne, lê heta niha tu pêşketinek bi dest neketîye. Wî bo pêşketina mafên mirovan gelek xizmet kirin û mixabin wek bedêla wan, canê xwe da. Heta qatilên Elçî neyên eşkere kirin, berpirs dewlet e."

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_11_26_17_Elci