Nivîskar Înce: Pêdivîya Tirkîyê bi Îtifaqeqe Berfireh Heye

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan berî çend rojan behsa “Îtifaqa Tirkîyê” kiribû û ew daxuyanî ji alîyê opozîsyonê ve bi erênî hatibû pejirandin.

Nîvîskar Vahdettîn Înce dibêje ku pêwîstîya Tirkîyê bi îtifaqeqe giştî heye, lê naveroka wê jî girîng e.

“Îtifaq dê çawa be? Ger Kurd, Tirk, Alevî û rengên din tê de hebin, ewê bi ser keve. Heke wisa nebe, ewê zêde encamên baş nede.”

Înce bal dikişîne ser îtifaqa AKP'ê ya bi MHP'ê re û îdia dike ku Îtifaqa Gel de ya ku qezençkirî derket MHP ye.

“Dewlet Bahçelî dijberîya îtifaqeke berfireh dike jiber ku di Îtifaqa Gel de AKP’ê tiştek bi dest nexist û tenê MHP qezençkirî derket.”

Your browser doesn’t support HTML5

ED_04_25_2019_V_Ince