Trump Derbarê Îranê: Emê bi Hêz Êrîşî Wan Bikin

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Çarşemê got ku dê Amerîka "bi hêz" êrîşî Îranê bike eger peymaneke aştîyê pêk neyê.

"Emê êrîşî wan bikin, emê gelekî bi hêz êrîşî wan bikin," Serok Trump li Koşka Sipî ji rojnamevanan re got û behsa xistina helîkoptera Apache li Tengava Hormuzê ji alîyê Îranê ve kir.

Trump dubare kir ku dê Îran îro Çarşemê rastî lêdanê were.

"Em rêkeftineke watedar dixwazin, em rêkeftinekê dixwazin ku bixebite," Serokê Amerîkayê derbarê danûstandinên ligel Îranê got.

Trump herwiha da zanîn ku Îranê razî bûye ku çekên navokî bidest nexîne, lê divê rêkeftin were îmzekirin.