Trump: Serokê Rejîma Nû ya Îranê Daxwaza Agirbestekê Kiriye

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku rejîma Îranê daxwaza agirbestê kiriye û got ku dê ev yek were nirxandin tenê piştî vekirina Tengava Hormuzê.

Trump îro Çarşemê li ser platforma Truth Social got: "Serokê rêjîma nû ya Îranê ku ji yên berî xwe kêmtir radîkal û jîrtir e, daxwaza agirbestekê ji Amerîkayê kiriye."

Serokê Amerîkayê got: "Dema ku Tengava Hormuzê azad û ewle be, emê vê daxwazê li ber çavan bigirin."

Wî diyar kir ku "Heta wê demê emê Îranê hilweşînin, an jî wekî ku dibêjin emê wê vegerînin Serdema Kevirî."

Biryar e Serok Trump Çarşemê bi şev gotarekê derbarê şerê Îranê pêşkêş gelê Amerîkayê bike.