Serokê Amerîkî Donald Trump dibêje, her welatek bi Îranê re kardarîyê bike, wê baca gumrikê bi rêjeya 25% li ser her bazirganîya bi Amerîkayê re bête danîn. Ev ragihandin di demekê de tê ku Washington pêdaçûnê li ser bersivadana Îranê dike, ku mezintirîn xwepêşandanên dijî hikûmetê di salên dawî tên lidarxistin.
Serok Trump li ser malpera Truth Social îro Sêşemê got ku "Demûdest, her welatek kardarîyê ligel komara Îslamî ya Îranê bike, wê baca gumrikê bi rêjeya 25% li ser bazirganîya wan ligel Amrîkayê bête danîn. Ev biyara dawî yê û vebîr e."
Gefên serokê Amerîkî dijî Îranê pîştî xwepêşandanên seranserê Îranê ketin hefteya sêyan. Li gor hikumeta Îranê, 2000 kes hatine kuştin, lê sazîyên mafên mirovan yên Îranê dibêjin hejmara qurbanîyan pir zêdetir e.