Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Çarşemê ragihand ku rêkeftina Amerîka û Îranê bidawî bûye.
Hêzên Amerîkayê roja Sêşemê bi şev di bersiva êrîşên Îranê yên li ser keştîyên bazirganî li Tengava Hormuzê de, çend armancên leşkerî yên Îranê bombebaran kirin.
Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê jî got ku wan êrîşî çend deverên li Kuweyt û Behreynê kirine.
Serok Trump di dema kombûnên Hilcivîna NATO'yê de li Enqerê got: "Ez bawer dikim ku ew (rêkeftin) qedîyaye. Ez naxwazim bi wan re serederîyê bikim."
Trump diyar kir ku "Her kesî lihev kiriye ku divê Îran çekên navokî nebe. Em rêkeftinê li ser wê yekê dikin. Lê ew derdikevin û henekên xwe bi medyayê dikin ku me qet behsa vê yekê nekiriye."
Serokê Amerîkî got ku eger di çekên navokî di destên Îranê de hebin, ewê wan bikar bînin.
Wî her wiha da zanîn ku Îranê ji meha Hezîranê ve çend caran agirbest binpê kiriye.