Trump: Îro ji bo Cîhanê Rojeke Mezin û Geş e 

Serokê Amerîkayê Donald Trump tekez dike ku Amerîka wê dest deyne ser hemû toza navokî ya Îranê û dibêje ku “Îro ji bo cîhanê rojeke mezin û geş e.”

Serok Trump herwiha ragihand ku Amerîkayê li Îsraîlê “qedexe” kirîye ku êrîşên xwe yên li ser Libnanê bidomîne.

Trump li ser platforma Truth Social got: “Amerîka wê dest deyne ser hemû ‘Toza’ Navokî ya ku bi saya firokên me yên êrîşê yên B2 hatibû çêkirin.”

Trump herwiha got ku “bi ti awayî tu pere nayên dayîn.” Ev daxuyanîya wî di demekê de ye ku malpera Axios’ê nûçeyek belav kirîye û dibêje dibe ku rêveberîya Trump beramber uranyumê dewlemendkirî 20 mîlyar dolaran bişîne Îranê.

Serok Trump dibêje ku Îranê bi hevkarîya Amerîkayê hemû mayînên deryayî rakirine û yên mayî jî wê bên rakirin.

Serokê Amerîkî ragihand ku Îranê qebûl kirîye Tengava Hormuzê herdem vekirî bimîne û got: “Ev der êdî wekî amûreke gefê û çek dijî cîhanê nayê bikaranîn.”

Derbarê şerê navbera Îsraîl û Libnanê de, Trump soz da ku ewê “Libnanê dîsa mezin bike” û destnîşan kir ku Amerîkayê berdewamîya êrîşan li ser Îsraîlê “qedexe” kirîye.

Wî got, “Ev rêkeftin ti têkilîya wê bi Libnanê re tuneye, lê Amerîka bi awayekî cuda bi Libnanê re dixebite û bi awayekî guncaw mijûlî dosyaya Hizbullahê dibe.”

Serok Trump herwiha got ku “Îsraîl êdî êrîşan li Libnanê nake. Amerîkayê ev yek li wan qedexe kirîye. Êdî bes e!”

Serokê Amêrkîkî herwiha spasîya “wêrekî” û hevkarîya welatên wekî Erebistana Siûdî, Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat), Qeter û Pakistanê kir.

Di dawîya daxuyanîya xwe de, Trump careke din rexne li endamên NATO’yê girtin û got: “Niha ku meseleya Tengava Hormuzê çareser bûye, ji NATO’yê telefonî min kirin û pirsîn: Gelo hûn hewceyî alîkarîyê ne? Min jî bersive da û got: Ji wir dûr bikevin, lê tenê eger keştîyên xwe bi petrolê dagirin. Dema pêwîst bû, hûn ne li wir bûn. Hûn tenê Piligên Kaxezî ne!”