Erdhejeka bihêz nîvroya Yekşembî Wan hejand.
Ajansa Jeologîka Amerîkî ragihand ku hêza erdhejê 7.3 ye û kûratiya wê 7.2 kîlometir e.
Lê belê dezgeha çavdêriya Kandilli ya Tirkîyê ragihand ku hêza erdhejê 6.6 e û 5 kîlometiran kûr e.
Ajansa Anadolu ya Tirkîyê ragihand ku erdhejê ziyaneke mezin gihandine avahiyan.